Cihên pîroz tim bûne navendên bingehîn ên rêxistinbûnê

Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bûye navenda herî esasî ya çalakî û rêxistinbûna civaka Mexmûrê.

Li nava hemû civakan navend û merqebên pîroz hene ku civakê lê dihewîne û xwe lê rêxistin dike. Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûr jî yek ji navendên herî esasî ya civaka Mexmûrê ye ku hema bêje hemû kar û barên civakî û rêxistinî û çalakî li vê saziyên tên kirin.

MÛZEXANEYA ŞEHÎDÊN MEXMÛRÊ YE

Sazî hem weke mûzexaneyeke ya şahîdên wargehê ye, heman demê jî navendeke ya çalakiyên taybet çalakiyên bîranîna şehîdan û dîsa daxwazên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin. 

Saziya Malbatên Şehîdan ji sala 1996’an ve roleke xwe ya taybet di nava civakê de hehe. Her wargehek ku penaber bicih bûne yek ji karê ewil ew bû ku vê navendê ji nû ve danin û wêneyên ewladên xwe yên herî bi qedir û qîmet lê bi cih bikin. 

NAVENDA ÇALAKIYÊN CIVAKÎ YE

Niha jî sazî malovaniyê ji hemû karên civakî û sazûmaniya civakê re dike. 

Bûye qadeke ya çalakiyên cihê û dîsa parçeyeke yê her malbatê li wir e. Dil û ruh li wir e. Ji bo wê yekê ye, di bûyîna navenda çalakiyan û rêxistinbûnê xwedî taybetmendiyeke esasî ye.

Qada saziyê bi poster û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye xemilandin û dîsa pankartên daxwaza azadiya Ocalan dikin hatine hildan. 

Niha li vê navendê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan berî niha çalakiya nobedê û ev 34 roj û 17 kom in dest bi grevê kirine. Berî niha jî sala 2019’an malovanî ji çalakiya grevê ya herî mezin û domdar re ji bo azadî hevdîtina bi Ocalan re hatibû kirin. 

Her komek ji çend kes ji sazî û nava civakê cih digirin. Her wiha li vê derê aktivîteyên mîna semîner, sînevîzyon û civatên biçûk û mezin tên lidarxistin. 

Rojane serdanên ji bo çalakvanan tê kirin, her wiha çalakvan li nava rojê bi xwe perwerdekirinê bigire heta semîner û dîsa stranan rojê derbas dike. 

ARMANC AZADIYA OCALAN E

Bi ketina qadê re, çavê mirovan ewil bi wêneyên Ocalan û dîsa alên alên ku hatin xemilandin dikeve. Her wiha çalakvanên ku li ser wan tîşortên wêneyên Ocalan heyî, bi rû germî mirov pêşwazî dike. Di nava çalakvanan de ji ciwanan bigire heta dayik û bavikên bi temen cihê xwe digirin. Hemû jî hest û hêviyên wan ên ji bo azadiyê germ û çavê wan li roja azadiya Rêberê wan Ocalan e. 

BI OCALAN Û ŞEHÎDAN RE DIJÎN

Dema mirov dikeve nava sohbetê, tim hêviya azadî û vegerê di çav û dilê wan de geş e. Girêdaneke pir xurt a bi Ocalan û şehîdan re heye. Timî tînin ziman ku ‘eger girêdaneke xurt a me bi Rêber Apo û şehîdan re tinebûna, wê ewqasî me nekaribûna di nava van şertên zehmet de bijîyan û li ber xwe bidaban.’ Ev girêdan û hêviyên azadiyê kiriye ku wan tim nû bihêle û zindî bihêle. 

Ev mirovên wiha bi hêvî û timî zindî, mirov hêzê jê digire. Bûye çavkaniyeke ya têkoşînê û hemwextî wê bûye yek ji hedefên vekirî yên dijmin. Ji bo wê yekê ye, di pêvajoya borî de bi dehan car bi balafiran û dîsa êrîşên din re rû bi rû mane, qûrbaniyên mezin dane. Tevî vê jî kêliyekê ji ya xwe gav bi şûn ve ne avêtin, kar û armanca esas berxwedan û gihana azadiya serokê xwe û warê xwe ye.