Cîhan Xidro: 8'ê Adarê roja têkoşîn û berxwedana jinan a

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser li Bakûr-Rojhilatî Sûriyeyê Cîhan Xidro 8'ê Adarê pîroz kir û got, "8'ê Adarê roja têkoşîn û berxwedaniyê ye, ku jinên li tevahiya cîhanê li dijî siyasetên qirkirinê derketin."

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser li Bakûr-Rojhilatî Sûriyeyê Cîhan Xidro ji bo 8'ê Adarê roja jinan a cîhanê bang li rêxistinên mafên mirovan û parastina mafên jinan kir, ku li herêmên dagirkirî kesên sûcdar di derheqê jinan de siza û bikin û got," Roja 8'ê Adarê weke roja têkoşîn û berxwedaniya jinan li dijî qirkirin, pergalên kaptalîst û otorîter û tundiya li dijî jinên cîhanê diçespîne û tê naskirin. Hêvî û daxwaza min ew e ku sala nû saleke bi serketin û destkeftiyan li ser asta jinan û civakê tijî be û kesên sûcdar di derheqê jinan de ji hêla rêxistinên jinan ve werin cezakirin".

8'ê Adarê wekî roja jinan li cîhanê tê naskirin, ji ber ku di heman dîrokê de binpêkirinên bêhempa di derhqê jinên bihêz ên kedkar de hatin pêkanîn û bi awayekî hovane rastî qirkirinê ve hatin û ta roja îroyîn ev binpêkirin û kiryarên qirêj ên derexlaqî derheqê jinan de berdewam dikin. Lêbelê bi vejandina şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinê xwe di nava sazî û rêxistinên Rêvebriya Xweser de bihêz dît û di qada medenî û leşgerî de cih girt.

Di vê derbarê de Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF'ê) hebvdîtineke taybet bi Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser li Bakûr-Rojhilatî Sûriyeyê Cîhan Xidro re pêk anî. Cîhan Xidro ev yek got: " Ez roja 8'ê Adarê roja jinan a cîhanî li tevahî jinên cîhanê û bi taybet jinê Sûriyeyê pîroz dikim, yên aşîtîxwaz ên ku ji tevahî cîhanê re bûne semboleke bi watedar û canê xwe ji bo serketina Rêveberiya Xweser ya li Bakûr-Rojhilatî Sûriyeyê û şoreşa Rojavayê Kurdistanê kirin feda. Bêguman jinên şoreşger ji bo rizgarkirin û paqijkirina herêmên Bakûr-Rojhilatî Sûriyeyê ji terorîzm û qirêjtiaya DAIŞ'ê bi roleke bingehî û giring lîstin".

Xidro bi gotina xwe ve çû û got," Roja 8'ê Adarê roja têkoşîn û berxwedaniyê ye, ku jinên li tevahiya cîhanê li dijî siyasetên qirkirinê, hişmendiya baviksalarî, hêzên dagirker û stemker û tundiya li dijî jinan derketin. Di parvekirina platforma çalakiyên ku ji aliyê hemû tevger û rêxistinên jinan ve li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin de roleke me ya girîng û bingehîn hebû. Me li hev kir ku dirûşmeya me ''Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin'' be û ev diruşme wê li ser asta herêmê were pejirandin.

Cîhan Xidro anî ziman ku Rêveberiya Xweser û bi taybet desteya jinê di warê diblomasî û siyasî de destkeftiyên mezin bi dest xistine û di qada leşkerî de jî jinê hêz û hebûna xweyî xurt isbat û diyar kir û di nava refên ypj de bi roleke pir girin û bingehîn lîst, ku li dijî gefa terorîzma DAIŞ'ê berxwedaniyek bêhempa kir. Bi vê yekê jinê deng li tevahî cîhanê veda. Her wiha destkeftiyên di asta îdarî de pergala hevserokatiyê bû û ji Rêveberiya Xweser re pirensîbeke bingehîn bû, ku ji komînên civakî destpê dike û digihêje hemî saziyên Rêveberiya Xweser ên dîtir û projeyên ku di warê aborî, vesûdanîn û hişyarkirinê de xizmeta jinê dike bi pêş xist û gelek rewdeyên pêş dibistan û daykatî jî vekirin. Ev yek ji bo jinan xizmeteke mezin bû.

Cîhan Xidro diyar kir ku, tevî zehmetî û astengiyên aborî û tenduristî ku Sûriyê ji sala 2021'an û şûn de dikşîne û bi taybet herêmên Bakûr û Rojhilatî Sûriyeyê û tevî tevî binpêkirin û dagirkeriya dewleta Tirk derheqê herêmê de, lê ji bo jinan bi giştî saleke bi serketî derbas bû û got," Belê her kes niha wê yekê baş dizane ku jin bûye stûna bingehîn ji Rêveberiya Xweser re û hebûna wê di nava saziyên Rêveberiya Xweser de bi roleke pir giring ji bo azadîkirina jinan dilîze. Ji ber vê yekê tevî zehmetî û astengiyên ku bi me re derbas dibin em wê yekê destnîşan dikin ku emê her û her piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser a ku bi xwîna şehîdan ava bûye û qet emê dest jê bernedin. Em sox didin civak û şehîdên xweyî qehreman ku em ê her û her li ser rêç û şopa şehîdan bimeşin û ta dawiyê têbikoşin da ku doza gelê xwe bi ser bixin û da ku jin azad bibe".

Di destpêka dagirkirina dewleta Tirk ji hin herêmên Sûriyeyê jin ji xwe re kir armanca bingehîn û binpêkirinên bêhemba di derheqê wê de pêk anî da ku hebûna wê tune bike. Êdî qeyd û qanûnên cuda cuda ji hêla çeqelên dewleta Tirk ên terorîst ve li ser jinan hatin ferzkirin. Mixabin bi vê yekê jin ji mafên xwe bê par man û hemî kiryarên qirêj ji revandin, destdirêjî û tecawiz di derheqê wê de hatin pêkanîn.

Xidro di dawiya gotina xwe de bang li Civaka Navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir, ku bi erkên xweyî mirovî rabin û li dijî van binpêkirinên hovane yên li dijî civakê û bi taybet li dijî jinan derkevin û kesên hov û sûcdar li dadgehên nanetewî werin cezakirin.