Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Têkoşîna gelê kurd îlhamê dide

Fîlozof Noam Chomsky ê ji Newroza Wanê re peyam şand wiha got: “Gelê Kurd ji bo azadî û edaletê weke egîdan têkoşiyan û têkoşîna gelê Kurd îlhamê dide. ”

Zimanzan, dîroknas, filozof û dostê gelê Kurd Noam Chomsky ji Newroza Wanê re peyameke bidîmen şand. Chomsky bi lêv kir ku gelê Kurd ji bo azadî û edaletê weke egîdan têkoşiyan û diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd îlhamê dide.

Peyama Chomsky wisa ye: “Gelê Kurd ji b

o azadî û edaletê weke egîdan têkoşiyan. Bi zext, zor û tundiyeke zêde re rûbirû man û biserketin. Weke têkoşîna wan serkeftina wan a li dijî van zor û zehmetiyan jî îlham dide. Di vê têkoşînê de ji bo min şanaziyek e ku ez piçekê jî beşdarî vê hewldana awarte bibim. Min di demekî nêzîk de li Zanîngeha Rojava axaftinek kir. Beriya çend salan, ev tişteke ku nedihat xeyalkirin bû. Vê nîşanî me da ku ruhê mirovan tenê xeyal nake, bi ser jî dikeve. Ev berxewdan û serkeftina gelê Kurd ji bo me dersek e. Elbet wê berdewama wê jî were û dê ji vê kêmtir nebe. Newroz Pîroz Be!”

Noam, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Tecrîd bandorê li ser gelê Kurd jî dike. Divê ev tecrîd were şikandin.”