Cezayê hebsa malê li Hevşaredar Toprak hate birîn

Li Hevşaredar Farqînê Naşîde Toprak cezayê malê hate birîn. Hevserokê Şaredariya Licê Tarik Mercan jî bi daxwaza girtinê rakirin dadgehê.

Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak û Hevşaredarê Licê Tarik Mercan yên ku ji kar hatîn xespkirin û destgîrkirin, piştî karûbarên wan ya li Miduryeta Emniyeta navçeyê sewqî adliyeya Amedê kirin. Bi îdîaya “Endambûna rêxistinê” Toprak û Mercan yên ku îfadeyên wan ji aliyê dozger ve hatin girtin, bi daxwaza girtinê rêkirin dadgeriya Cezayê Sulhê.

CEZAYÊ GIRTINA MALÊ Û QEDEXEYA JI DERVEY WELAT

Dadger, ji bo Hevşaredar Farqinê Naşîde Toprak, li ger qedexeya derketina ji dervey welat, heta ku lêpirsîn bi dawî dibe cezayê ji mala xwe dernekeve lê birîn.

Hevşaredarê Licê Tarik Mercan jî bi daxwaza girtinê rêkirin dadgehê.

Hevşaredar Gêlê Mustefa Akkul jî sewqî adliyeyê kirin.