Cezayê 22 salan ê li Leyla Guven hate birîn, hate pejirandin

Cezayê 22 sal û 3 mehan ê ku li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hate birîn ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hate pejirandin.

Parlamenteriya Leyla Guven bi hinceta ku cezayê lê hatiye birîn misoger bûye hatibû betalkirin û Kanûna 2020'î hatibû girtin.

Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 14 sal û 3 meh, bi îdîaya "propaganda rêxistinê jî" 2 caran her carê 4 sal bi giştî 22 sal û 3 meh li Leyla Guven birîbû.

Guven bi hinceta ku biryara dadgeha xwecihî ne di cih de ye serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê dabû. Parêzerên Guven xwest ku biryara dadgeha xwecihî bê betalkirin û ji ber ku dema darizandinê dewam dike, bê berdan.

Daîreya Ceza ya 2'emîn a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Amedê serlêdan ji esasê ve red kir.

Piştî ku Dadgeha Îstînafê jî biryar pejirand, wê li Dadgeha Bilind karibe serlêdana temyîzê bê kirin.