Ceyş El Siwar: Rejîma Sûriyeyê Bab radestî hêzên Tirk kir

Ceyş El Siwar (Hêzên Şoreşger) li ser rewşa li bakurê Helebê û Babê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de got, rejîma Sûriyeyê Bab radestî hêzên Tirk kiriye.

Ceyş El Siwar, li ser hin nûçeyên ku dibêjin 'wan hin bajarokên di destê xwe de radestî hêzên rejîma Sûriyeyê kirine' got, ev nûçe bi temamî derew in.

Ceyş El Siwar da xuyakirin, ku hêzên rejîmê û hin komên çekdar peyman bi hev re mohr kirine û destnîşan kir, aliyên vê peymanê, wê nikaribin şert û mercên xwe li ser kesî ferz bikin.

'REJÎMA SÛRIYEYÊ BAB RADESTÎ HÊZÊN TIRK KIR'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Îdîayên ku dibêjin, 'Til Rifet jî di nav de gelek bajarok û gundên li bakurê Helebê radestî hêzên rejîmê hatine kirin', rast nînin. Di rewşa heyî de, yekane tişta rast ew e, ku rejîma Sûriyeyê Bab radestî leşkerên Tirk û çeteyên wan kiriye.

Em dizanin, ku hêzên rejîma Sûriyeyê fîşekeke bi tenê jî li dijî leşker û çeteyên Tirk neteqandine. Em soz didin gelê xwe, heta ku herêma Şehba ji çeteyan û hêzên dagirker paqij bikin, em ê têbikoşin. Em ê xwedî li keda şehîdên xwe derkevin."