Ceng û Ceng

Şerê li Zagroan şerê parastina rûmeta gelê Kurd û yê gelên herêmê ye. Gerîlayên Kurdistanê di berxwedanê de xwediyên ezmûnên mezin in loma ew ê ne tenê di parastinê de, lê di serkeftinê de jî bibin mînak û mohra xwe li dîrokê bixin.

STÊRK GULO

Dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Nîsanê de dest bi êrîşeke din li hemberî Herêma Parastina Medyayê kir, berî êrîşê bi rojekê di medyaya xwe de a ku bûye navenda şerê taybet, ev êrîş vê carê bi navê bigere, bibîne û tine bike destpê kir. Polîtîkaya qirkirinê ya li pişt vê perdê nîşan dide ku gelek hêzên navdewletî xwedî heman berjewendiyane ango bi gotineke din ava wan di heman cogê de diherike. Hêzên kapîtalîst bi dehfikên dewleta Tirk a faşîst, polîtîkaya qirkirina gelê Kurd û di serî de hêza tevgera azadiyê  kiriye armanca xwe ya sereke. Bi taybet piştî serkeftina li Garê nema dikarîbûn xwe li dev soriya xwe ragire. Aloziya hikûmeta faşîst a AKP û MHP di vê pêvajoyê de zêde dibe û serdema têkbirina împaratoriya Osmaniya piştî Şerê Cîhanê ê Duyemîn tîne bîra mirovan. Di polîtîka hundur û derve de serberjêr diçe, ji lewre ev êrîş di 23’ê Nîsanê de destpê kir. Di demeke wiha de ku cîhan bi xemgîniya salvegera komkûjiya gelê Ermen re şiyar bû, lê bi heman polîtîkayê dewleta Tirk weke her car bersiv da gelê Kurd.

Polîtîka Qirkirin, talan û tecawuzê rêbazên di destê pergala bavikanî de weke mîsogeriya hebûna xwe bi kar aniye û perestgeha ku her rêjîmeke dagirker serî lêdide û dema ku çanda berxwedanê serî hildide. Yek ji rejîmên ku bûye bawermendekî herî baş, rejîma dewleta Tirk a dagirkere. Ji xwe dema ku Hulûsî Akar dibêje ev şerê beka yê ye, ji bo me vê rastiyê teqez dike. Di rastiyê de gotina kalikê xwe Cemalê Sefah tîne bîra mirovan. Cemalê Sefah dema di 21.7.1915’an de dest bi kuştina rewşenbîrên Ereb dike li bajarê Alyay a Lubnanê, xwest hêrsa binkeftina xwe li eniya Sunayê vala bike, polîtka îro jî li hember gerîlayên azadiyê heman tişte, lê hafîza gelê herêmê her dem zindî maye. Ji lewre berxwedana Bazên Zagrosan her zindî ye. Gotina bekayê ji ser zimanê Erdogan û Hulûsî Akar nakeve û bi vê dixwazin xwe li ser piya bihêlin, lê gelê Kurd şerê serkeftinê dike ji ber ji her kesî bêhtir rastiya qirkirinê naskiriye. Vê rastiya di jiyana xwe de her dem hîskiriye, loma pêwistiya tekoşînê ji her demê zêdetir dibîne, ji bo parastina rûmeta xwe li ser warên dayika xwedavenda .

Gerîlayên Kurdistanê,  xaka xwe baş dizanin û çend pêlav di şîveriyên xwe de qetandine ew baştir dizanin. Dema ku Benî Qureyş xwestin Mekê bigrin, xelkê wê wiha got, ‘em şîveriyên xwe ji her kesî bêhtir nas dikin.’ Ev peyv bû weke çandekê di nava gelên Rojhilata Navîn de, tê wê wateyê ku gelê herêmê ji her kesî bêtir rastiya xwe dizane û di nava çanda xwe de vejiyaye. Loma sîstema kaptalîzimê bi rêvebiriya Emerîkayê û hevalbendê wê Tirkiye îro ne di Kurdistanê û nejî li Rojihilata Navîn dikare bi serbikeve, hinekîjî Emerîka piştî ketina Iraqê ev rastî itîraf kir bi taybet dema weke gemiyekê bê qeptan noqî avêbû.

Ji 23’ê Nîsanê ve gerîlayên Kurdistanê berxwedaneke bê hempa li hember dagirkeriya Tirk dikin, her çiqasî dewleta Tirk bi karanîna teknîkê kiriye sereke rêbazê xwe û li gelek deverên Metîna û Zagros gazjî bi kar anîbe, lê wisa xuya dike ku tektîkên gerîlayan ên nûjen serwer e, ezmûna Garê nîşaneya vê rastiyê ye. Îro ev şer li ser xaka Başûr û Iraqê diqewime, weke rêvebiriya hikûmeta herêmê bê helweste û heta civînên rayedarên PDK bi Tirkan re çêbû û di encamê de ev êrîş hat destpêkirin, ev tê wê wateye hevbeş pîlan heye, li ser vê dixwazim bibîr bixim, careke di çapemeniyê de Mesûd Berzanî li ser şerê çiyayê Kurdistanê tiştek gotibû; sedam gelek şer li hember pêşmergeyan kir di çiya de, lê nekarî pêşmergeyan tine bike) li ser vê dikarîbû tecrubeyên xwe bida Hulusî Akar dema li ser pîlana dagirkirina Başûrê kurdistanê û qirkirina gelê Kurd civîya bûn.

Şerê li Zagroan şerê parastina rûmeta gelê Kurd û yê gelên herêmê ye. Gerîlayên Kurdistanê di berxwedanê de xwediyên ezmûnên mezin in loma ew ê ne tenê di parastinê de, lê di serkeftinê de jî bibin mînak û mohra xwe li dîrokê bixin. Kesê ku fêrî xwarinê li ser termê miriyan bûne weke qijakên reş bila vê berxwedanê ji xwe re bikin mînak ta dengê dayikên Şengalê û tevahî gelan bi azadiyê bilind bibe.