Cenazeyên Taş û Ulugana ên ku 3 mehan beriya niha hatin radestkirin spartin axê

Cenazeyên gerîlayên YJA Starê Aynur Ulugana û Suna Taş yên ku di şerê Lîcê de şehîd ketibûn, piştî 93’ê rojan radestî malbata wan hate kirin.

Cenazeyên gerîlayên YJA Starê Aynur Ulugana û Suna Taş ên ku di encama êrîşek hewayî ya ji aliyê arteşa Tirk a dagirker ve li dijî taxa Zengesora girêdayî navçeya Lîce ya Amedê pêkhatî de şehîd ketibûn, ev 93’ê rojbû li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl dihate sekinandin, ji aliyê malbatê wan ve hate girtin. 

Malbata ku duh ji aliyê dozger ve hatibûn agahdar kirin ku bên cenazeyên xwe bigirin. Li ser vê malbata Taş ji Mêrsînê, Malbata Ulugana jî ji Wanê ketin rê hatin Amedê. Cenazeyê Ulugana ya ku ji morgê hate girtin, di saetên evarê de ber bi bajarê ku jê dayik bûye Wanê, spartin axê.

Dema ku malbata Taş, cenazeyê xwe digirt ji aliyê polîsan ve gefa, ‘Ji bo cenazeyê girtinê eger hûn bi hinek din re bikevin nava têkiliyê, wê cenazeyê we neyê dayîn’ hate kirin.

Cenazeyê Taş jî ji nexweşxaneyê hate girtin di saetên şevê de li Goristana Yenîkoy a navçeya Baglar a Amedê hate veşartin.

Polîsê ku Goristana Yenîkoyê dorpêç kirî, nehişt derveyî malbatê tu kes tevlî merasîma cenazeyê bibe.

Derbarê herdu cenazeyên gerîlayên YJA Starê  Dîlan Sîlînsîn û Latîfe Hanibî ku di heman êrîşa hewayî de şehîd ketibûn, tu agahî nehate bidestxistin.