Cenazeyên her sê bira hatin dîtin

Cenazeyên Remezan, Mecîd û Tahir Mihemed ên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk jiyana xwe ji dest dan hatin dîtin û ew birin Şeladizê.

Piştî bomberdûmana balafirên şer ên Tirk, agahî ji her sê birayên ji gundê Nerwe yê Başûrê Kurdistanê nedihat girtin. Hay ji her sê birayên ji Şeladizê Remezan, Mecîd û Tahir Mihemed tine bû.

Şêniyên gundê Nerwe, piştî êrîşa ku li ser sînorê Geverê hate kirin, dest bi lêgerînê kirin. Gundiyan cenazeyê her sê bira dîtin. Ji ber bomberdûmana giran a artêşa Tirk cenaze nikarîbûn ji herêmê bêne rakirin.

Şêniyên herêmê îro dîsa çûn herêmê û cenaze rakirin. Gundiyên ku bi konvoyekê hatin Geliyê Balinda, cenaze rakirin û birin Şeladizê.

Şêniyên herêmê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.