Cenazeyên gerîlayên HPG'ê nedan malbatên wan

Cenazeyên 3 gerîlayên li bejahiya Pasûrê di şer de şehîd bûn nedan malbatên wan. Malbatan gotin, dibe ku êşkence li cenazeyan hatibe kirin.

Li bejahiya navçeya Pasûr a Amedê roja 27'ê Cotmehê di şer de gerîlayên HPG'ê Velîde Avras (Dîcle Ela), Berfîn Taşli (Sarîna Amed) û Mûstafa Guneş şehîd bûbûn. Cenazeyên gerîlayên HPG'ê birin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.

Malbatên Avras û Taşli cenazeyên zarokên xwe tespît kirin. Malbata Guneş jî tê payin ku ji bo tespîtkirina cenaze serlêdanê bike.

Malbatan piştî teşxîskirina cenazeyan agahî dan ANF'ê û diyar kir ku beden û serê Velîde Avras (Dîcle Ela) hatiye parçekirin û her du destên Berfîn Taşli (Sarîna Amed) hatine jêkirin. Her wiha serê Taşli jî hatiye parçekirin. Malbatan gotin, dibe ku êşkence li cenazeyan hatibe kirin.

Malbatan li ser parçebûna bedena gerîlayên HPG'ê bi israr pirs ji rayedaran pirsîn, lê rayedarên dewletê îdîa kirin ku gerîla ji bo teslîm nebin bombeyên li ser xwe teqandine. Lê belê malbatan gotin ku parçebûna serî ne ji ber vê yekê ye û dibe ku piştre derb li serî hatibe xistin.

REWŞA AWARTE WEKE HINCET HATE NÎŞANDAN

Tevî ku cenazeyên Avras û Taşli ji aliyê malbatan ve hatin tepsîtkirin jî, mînaka xwînê ji malbatan hate girtin û bi hinceta Rewşa Awarte ji malbatan re hate ragihandin ku wê di demeke din de radestî wan bên kirin.