Cenazeyên 4 welatiyên hatibûn qetilkirin gihîştin Şêladizê

Cenazeyê 4 welatiyên Başûrê Kurdistanê yên di enama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagiker de hatibû qeilkirin, gihîşt Şêladizê.

Di encamam bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a 19’ê Îlonê de, 4 welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê hatibûn qetilkirin.

Ji ber tevgera zêde ya piştî bomberdûmanê û şûnde îro cenazeyên gundiyan hatin girtin. Gerîlayên HPG’ê, cenazeyên gundiyên di encama bomberdûmana dewleta Tirk de hatin qetilkirin, anî gundê Kiryê Dêrê radestî malbatan kirin. Cenaze îro piştî nîvro birin bajar Şêladizê yê Başûrê Kurdistanê.