Cenazeyên 4 kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin

Cenazeyên 4 kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, li navçeyên Çinar û Şemrexê bi tevlîbûna sedan kesan hatin veşartin.

Cenazeyên kesên di şewata duh de ku li gundên navçeya Çinar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê çêbû jiyana xwe ji dest dan tên veşartin. Abdurrahman Bugdayci (16) û Ûbeydûllah Bûgdayci (30) ku li gundê Tobiniyê yê bi ser navçeya Çinarê ku yek jî gundên herî zede ji şewatê bandor bûye, jiyana xwe ji dest dan, li goristana gund jiyana xwe ji dest dan.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Sera Bûcak û Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Adalet Kaya tevlî merasîmê bûn.

Piştî veşartina cenazeyan Malbatên Bûgdayci li mala şînê ya gund sersaxiyan qebûl kirin.

Cenazeyên Mazhar Demîr û Sînan Devîren ku li gundê Keleke ya navçeya Şemrexê jiyana xwe ji dest dan, li goristana gund hatin veşartin. Hevşaredarên navçeyên Mêrdîn û Amedê, parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), nûnerên partiyên siyasî û bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.