Cenazeyên 2 şervanan li Qamişlo hate veşartin

Welatiyên bajarê Qamişloyê cenazeyên şervanê YPG'ê Hisên Hesen, Endamê Hêzên Xweparastinê Îsmaîl Hesen bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Bi sedan welatiyê bajarê Qamişloyê cenazeyên şervanê YPG′ê Hisên Hesen (Harûn Qamişlo) ê ku di 21′ê Adarê de li bajaroka El-Kerame û Endamê Hêzên Xweparastinê Îsmaîl Hisên (Rustem Cûdî) ên jiyana xwe ji dest dabûn, wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.

Di merasîma oxirkirinê de, Endamên Rêveberiya Xweser, Saziyên Civaka Sivîl û partiyên siyasî, amade bûn. Li goristanê merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG′ê Alan Qamişlo axivî, sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û soza şopandina rêya şervanan da.

Her wiha Hevserokê Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer jî anî ziman ku bi saya berxwedana cangoriyên azadiyê, gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ′ê hatin rizgarkirin.

Piştre jî nasnameya şervanan hat xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi dirûşmeyan cenazeyên her du şervanan hate veşartin.