Cenazeyê şervanê YPG’ê Mûrad hate veşartin
Welaiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG′ê Îd Faris ê bi nasav Mûrad li Goristana Şehîd Dîcle, hate veşartin.
Welaiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG′ê Îd Faris ê bi nasav Mûrad li Goristana Şehîd Dîcle, hate veşartin.
Bi sedan sedan Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG′ê Îd Faris (Mûrad) ku di pêngava sêyem a Xezeba Firatê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Temik ê girêdayî bajarê Kobanê, veşartin.
Di merasîma de, cîgirê serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Xalid Berkel, serokê Desteya Parastinê ya Kantonê Ismet Şêx Hesen, Endamên ji bajaroka Sirînê û Endamên Saziyên Sivîl, amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Egîd Kobanê axivî, bal kişand ser girîngiya xurtkirina jiyana hevbeş û biratiya gelan a di navbera pêkhateyên herêmê de. Egîd wiha got: ″Hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê bi yek destî axa welatê xwe diparêzin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û tevahî herêmên Bakurê Sûriyê ji komên çete rizgar bikin.″
Piştre Hevşaredarê bajaroka Sirînê Mûstefa Mislim axivî û anî ziman ku cangoriyên azadiyê canê xwe fedayî welat û gelê xwe kirin û hêjayî rêzdariyê ne û got: ″Axa ku bi xwîna şehîdên me hatiye rizgarkirin, tenê mafê gelê wê ye ku çarenûsa wê diyar bike.″
Piştre nasnameya şervanê YPG’ê hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê Mûrad di nava tilîlî û dirûşman de hate veşartin.