Cenazeyê şervanê YPG’ê Başûr Soran li Hewlêrê hate veşartin

Bi sedan welatiyên Hewlêrê cenazeyê şervanê YPG’ê Başûr Soran ku di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû, bi merasîmeke bi heybet li gundê Îsmaîlawa yê Hewlêrê veşartin.

Piştî ku îro cenazeyê şervanê YPG'ê Başûr Soran (Mihemed Hadî) ku di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû, ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bû, li gundê lê jidayîkbûyî Îsmaîlawa yê Hewlêrê bi merasîmeke bi heybet hate veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û gel dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Ey şehîd xwîna te li erdê namîne’ berzkirin. Piştre bavê şehîd Başûr Soran, Hadî Omer axivî û wiha got; “Efrîn kelha Kurda ye, pêwîste em hemû weke reşka çavê xwe biparêzin. Nahêlim çeka şehîd Başûr bikeve erdê. Eger heval rê bidin min, ezê biçim li eniyên şer ên li Efrînê."

Her wiha peyama Komîtiya Malbatên Şehîdên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistan jî ji aliyê Melek Xidir ve hate xwend û wiha tê gotin; "Şehîd Başûr sembola berxwedana Efrînê ye. Em bejna xwe li ber şehîdan de ti tewînin. Gelê me gelek qurbanî dane. Lê PKK'ê kariye piştî her şehîdekê gavên dîrokî û girîng bavêje û xebata şehîdan berdewam bike."

Her wiha xwîşka şervanê YPG'ê Başûr Soran, Wehîde Hadî jî got; "Şehîd Başûr rêyekî pîroz hilbijart. Ev şanazî nagihe her kesê. Bang li hemû ciwan dikim ku çeka şehîd Başûr hilgirin û beşdarî berxwedana Efrînê bibin."

Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir jî sersaxî ji malbatê re xwest û got; "Pêwîste tevahiya gelê Kurd ji bo bersivdayîna planan, peyama şehîd Başûr bigirin. "

Necîbe Omer jî axivî û wiha got; "Heval Başûr Soran madelyayekî zêrîn kir milê bajarê Hewlêrê. Pêwîste fikir û felsefeya peyama Şehîd Başûr li Başûrê Kurdistanê pêk were. Pêwîste hemû baregehên leşkerên dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê werin derxistin. Ji ber ku ev daxwaza şehîda ne."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Başûr Soran hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Her wiha ciwanê Başûrê Kurdistanê yê bi navê Rence Elî çeka Şehîd Başûr Soran hilgirt û navê Başûr Soran li xwe kir.

Piştre cenazeyê şehîd Başûr Soran bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.