Cenazeyê şervanê Tûgaya El Şîmal Demokratîk Şîmalî hate veşartin
Cenazeyê şervanê Tûgaya El Şîmal Demokratîk Mihemed Şîmalî, ku dema li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe dida jiyana xwe ji dest da, li Efrînê hate veşartin.
Cenazeyê şervanê Tûgaya El Şîmal Demokratîk Mihemed Şîmalî, ku dema li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe dida jiyana xwe ji dest da, li Efrînê hate veşartin.
Girseya gel cenazeyê Şîmalî ji nexweşxaneya Avrînê rakir û bi konvoyeke ji wesayîtan bir Şehîdgeha Şehîd Refîq.
Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê hat destpêkirin û paşê Berdevkê Tûgaha El-Şîmal Demokratîk Xalid Zeyno, Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Şehba Hamid Rustem û Cîgirê Yekîtiya Karûbarên Olan Hec Feysel Hebeş axîvin.
Qisekeran bal kişandin ser rola şehîdan di parastina welat de û soza şopandina rêya wan dan.
Paşê nasnameya şehîd ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdn Narîn Şêxo ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Beriya definkirin şêniyên Kantona Efrînê nimêja cenazeyan kirin.
Cenazeyê Mihemed li dirûşmên silavkirina berxwedana şehîdan hate definkirin.