Cenazeyê şervanê QSD'ê Mihemed hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Mihemed Girê Spî, ku di pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li gundê Tenhozê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD'ê Mihemed Girê Spî, ku di pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li gundê Tenhozê hat veşartin.
Di 19'ê Çileyê de şervanê QSD'ê Mihemed Girê Spî di pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû. Gel ji bo cenazeyê şervanê QSD'ê bigre li ber Nexweşxaneya Wetenî kom bû.
Piştî wergirtina cenazeyê şervanê QSD'ê Mihemed Girê Spî girseya gel bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û wêneyên Mihemed berê xwe da goristana Şehîd Mehmûd Teame ya li gundê Tenhozê.
Dema ku girseya gel gihişt goristanê, Hêzên Xweparastinê merasîmekî leşkerî lidar xistin. Piştî merasîma leşkerî Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd El-Ebdulah li vir axivî. El-Ebdullah soza dayî şehîdan dubare kir û got, heya dawiya nefesa xwe ew ê li ser şopa şehîdan bin.
Di merasîmê de Berdevkê Tabûra Sîqûr El-Reqqa Ebû Ednan jî axivî û diyar kir, heya hemû xaka Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê bê paqijkirin, ew ê şer bikin.
Piştî merasimê cenazayê Mihemed Girê Spî li ber qîrîna dirûşman hat veşartin.