Cenazeyê Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hat veşartin
Welatiyên bajarê Minbicê, cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Fewaz Hemîd (Ebû Îbrahîm) ku di şerê Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekî veşartin.
Welatiyên bajarê Minbicê, cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Fewaz Hemîd (Ebû Îbrahîm) ku di şerê Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekî veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Fewaz Hemîd (Ebû Ibrahîm)ê ku li gundewarên rojavayê Minbicê jiyana xwe ji dest dabû, ji nexweşxaneya Şehîdên Minbicê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Minbicê ve ketin rê.
Li goristanê ji aliyê Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve merasîmek hat lidarxistin. Piştî merasîmê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Mûnîre Mihemed axivî û diyar kir ku şehîd ji bo jiyanekî azad canê xwe feda dikin.
Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş û Hevserokê Meclîsa Rêveber a Minbicê Îbrahîm Qeftan jî axaftin kirin.
Piştî axaftinan nasnameya Şehîd Fewaz hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Herî dawî Cenazeyê Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Fewaz Hemîd bi dirûşmeyan li goristanê hate veşartin.