Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Hemîd li Til Temirê hate veşartin
Welatiyên Til Temir û gundên wê, cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Mihemed Hemîd Mihemed bi merasîmekê li goristana şehîdan a Taxa Til Ehmerê spartin axê.
Welatiyên Til Temir û gundên wê, cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Mihemed Hemîd Mihemed bi merasîmekê li goristana şehîdan a Taxa Til Ehmerê spartin axê.
Welatiyên Til Temirê ji bo merasîma cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Mihemed Hemîd Mihemed ku li gundê Rekbe di 12'ê Nîsanê de, di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da, li ber Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajêr kom bûn.
Ji aliyê şervanên Erka Xwepartinê ve merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Piştre li ser navê Fermandariya Hêzên Erka Xweparastinê, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Malbata Mihemed Hemîd Mihemed axaftin hatin kirin.
Ji Fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Fayiz Omer di axaftina xwe de diyar kir ku têkoşer Mihemed ji hemû cihanê re îspat kir ku Hêzên Erka Xweparastinê, parastina gel dikin û herêmê ji terorê rizgar dikin.
Li ser navê Rêveberê Melîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temir Ebdbaqî Kotî axivî û got: "Em bejna xwe li ber şehîdan ditewînin. Em soza şopandina rêya wan dubare dikin."
Apê têkoşer Mihemed, Ebdurehman axivî û diyar kir ku têkoşer Mihemed ji bo wan sembol e û ew bi vê yekê serbilind in.
Piştî axaftinan, gelê Til Temirê cenazeyê têkoşer Mihemed Hemîd Mihemed bi tilîlî û dirûşmeyan li goristana şehîdan a Taxa Til Ehmer veşart.