Cenazeyê Saglam bi dorpêçî û zordariya jendermeyan hate veşartin

Cenazeyê Zehra Saglam ku ji bo şermezarkirina tecrîdê li Girtîgeha Oltûyê çalakiya fedayî kir û şehîd bû, di bin dorpêçiya polîsan de ji aliyê malbatê ve hate veşartin.

Zehra Saglam li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Oltû ya Erzîromê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kiribû û şehîd bûbû. Jendermeyên dewleta Tirk cenazeyê Saglam ji Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê revandin û anîn gundê Xinzorê yê Mûşê. Walîtiya Tirk a li Mûşê ketin û derketina ji gund qedexe kir û li ser vê yekê polîs û jendermeyan bi wesayitên zirxî rêya gund girtin. Bi vî rengî destûr nehate dayin wekîlên HDP'î û gel tevlî merasîma veşartina cenaze bibin. Jendermeyên Tirk ji bo tenê çend ferdên malbatê destûr dan ku tevlî merasîmê bibin. Cenazeyê Saglam di bin dorpêçiya jendermeyan de hate veşartin.

Cenazeyên Zulkuf Gezen û Ayten Beçet jî ku çalakiya fedayî kiribûn û şehîd bûbûn, bi heman rengî hatibûn revandin û nîvê şevê di bin dorpêçiya polîs û jendermeyên Tirk de hatibûn veşartin.