Cenazeyê Nûjiyan û Ferhad dibin Şengalê
Gel cenazeyên Nûjiyan Erhan a rojnamevan û şervanê YBŞ’ê Ferhad Mardînî wergirt û ji Hesekê ber bi Şengalê bi rê ketin.
Gel cenazeyên Nûjiyan Erhan a rojnamevan û şervanê YBŞ’ê Ferhad Mardînî wergirt û ji Hesekê ber bi Şengalê bi rê ketin.
Cenazeyê rojnamevan Nûjiyan Erhan (Tûba Akyilmaz) a ku bi êrîşa PDK’ê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê şervanê YBŞ’ê Ferhad Mardînî ji Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê hatin wergirtin.
Konvoya wesayîtan a ku wêneyên şehîdan û sembolên Rojava li ser wan hebûn bi sloganên wekî “Şehîd Namirin” ber bi Şengalê ve bi rê ketin. Cenaze wê îro li Şengalê werin veşartin.
Nûjiyan Erhan di 3’ê Adarê de bi êrîşên çeteyên AKP-PDK’ê birîndar bûbû û di 22’ê Adarê de li Hesekê şehîd ketibû.