Cenazeyê Newşîrwan Mistefa hat veşartin

Cenazeyê Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa li Girdê Zergetê bi merasîmekî girseyî hate veşartin.

Newşîrwan Mistafa ku roja Înê wefat kirîbû, cenazeyê wî vê sibehê ji Nexweşxaneya Faruq hate girtin û birn mizgefta mezin a li Silêmaniyê.

Piştî wacibên olî cenazeyê Mûstafa bi tevlîbûna deh hezaran ber bi Girdê Zergetê ve hat birêkirin.
Ji Silêmaniyê, Helepce û Germiyan dinav de ji gelek herêman bi hezaran mirova berê xwe didin Zergetê.


Girseya gel di meşa ji bo cenazeyê de bê navber dirûşmeyên 'Kak Newşîrwan bê mirine' û 'Kak Newşîrwan dijî' avêtin.


Nûnerên partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê ji di merasîma cenazeyê de amadene. Ji Bexdayê ji berpirs tevlî merasîmê dibin.


Li ser wesiyeta Newşîrwan Mistefa cenazeyê wî wê li Girdê Zergetê yê beramberî mala wî were definkirin.

Newşîrvan Mistefa ku 1944’an li hate dinê li gel siyasetmedarbûna xwe her wiha fermandariya pêşmerge jî kiriye û li dijî rejîma Bees pêşengiya berxwedanê kiriye, navekî girîng ê têkoşîna Başûrê Kurdistanê ye ku navê xwe li dîrokê daniye.

Mistefa yek gavê jî ji têkoşînê paş ve nemaeye, 1944’an li Serşeqam a Silêmanî hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Silêmanî temam kiriye, 1967’an li Zanîngeha Bexdayê Fakulteya Zanistên Siyasî xwendiye.

Piştî xwendin Qûrana Pîroz destpêkê Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hecî axivî û qala tekoşîna jiyana Mistefa kir û wiha got: "Ji roja ku dest bi tekoşinê kirî heta roja dawî bê ku westan çêbibe ji bo destkeftiyên gelê Kurdistanê ked da. Wî tenê tekoşîna xwe ya siyasî li dijî dijmin neda, di heman demê de bindestên li Kurdistanê karker û kesên ku mafên wan hatîn xwarîn ked da. Ji bo ku pêşmerge bibe artêşekî rêxistî gelek tekoşîn da."


Hecî bang li endamên Tevgera Goran kir û got: "Newşîrwan Mistefa her dem ji me dixwast ku em tekoşînê bilindtir û dev jê ne berdin, dikir. Ji bo ku wesiyeta wî, pêwîste em tekoşînê bilindtir bikin"


Piştî Hecî Endamê Polîtburoya YNK'ê Qadir Hemecan axivî û wiha got: "Mistefa ji bo gelê Kurd kedek mezin da. Ew ne tenê ji bo Tevgera Goran bi nirx bû ji bo hemû Kurdistanê bi nirx bû. Wek siyastemedarekî, wek pêşmergeyekî wek akademisyenekê ji bo gelê Kurd tekoşîn kir." Piştre Serokê Yekgirtûya  Îslamê Bahaddin Selahattin û ji Koalîsyona Newewî ya Iraqê  Omer Hekim axivîn.


Serokê Yekîtiya Îslamî Elî Bapîr ê ku beşdarî merasîma cenaze jî bû diyar kir ku Newşîrwan Mistema hem ji bo çar parçeyên Kurdistanê û hem jî ji bo Iraqê siyasetmedarekî mezinbû. Bapîr destnîşan kir ku Misefa siyasetmedarekî ku Kurdistan mîna çar parçe nedifikirî. Bapîr wiha got: “Birayê me Newşîrwan Mistefa mafê hemû kesên mezlûm diparast. Divê em wesyeta wî ya wekhev û azadiyê ji bîr nekin.


HDP, PYD, DBP, Tevgera Azadî, Malbata Qazî Mihmed, Yekîtiya Rewşenbîrên Îranê û gelek partiyên siyasî û sazî peyamên sersaxiyê şandin.


Kesên ku beşdarî merasîma cenaze bûn, li vir çûn Mizgefta Ehmet Hecî Elî sersaxî ji malbata Mistefa re xwestin.