Cenazeyê Nevîn Dînç piştî 5 salan hate radestkirin

Cenazeyê Nevîn Dînç ku sala 2016'an li Geverê di şer de şehîd bû, piştî 5 salan radestî malbata wê kirin.

Cenazeyên endamên YPS û YPS Jin ên kus ala 2016'an di berxwedana xwerêveberiyê de li navçeya Geverê ya Colemêrgê şehîd bûn, bêyî ku agahiyê bidin malbatên wan wê demê li goristana bêkesan a li Erzîromê hatin veşartin. Yek jê cenazeyê Nevîn Dînç (Bêrîtan Amed) bû. Malbata Dînç ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe gelek caran serlêdan kir, lê nekarî encamê bi dest bixe.

Piştre ji bo testa DNA'yê xwîn bi rêya parêzeran da. Di encama nirxandinê de DNA li hev derketin û cenazeyê Dînç piştî 5 salan radestî malbata wê hate kirin.

Cenazeyê Dînç ji goristana bêkesan a li Erzîromê hate derxistin û ji bo bê veşartin birin Amedê.