Cenazeyê Kadrî Yildirim spartin axê

Cenazeyê Parlemeterê berê yê HDP’ê yê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim, bi tevlîbûna gel û siyasetmedaran spartin axê.

Cenazeyê Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim ê berî 4 rojan li Amedê xwîn rijabû ser mejiyên wî û piştre duh di saetên şevê de rehmet kiribû, li Goristana Yenîkoy a Rezanê bi merasîmekê spartin axê.

Di merasîmê de li gel malbata Yildirim, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlementerên HDP’ê Dersim Dag, Remziye Tosûn, Mahmût Togrûl, Îmam Taşçîer, Nejdet Îpekyuz û nivîskar û zimanzan jî di nav de bi sedan kes amade bûn.

Piştî wecîbeyên olî yên li mizgeftê û şûnde, darbest hate rakirin û ber bi wesayîtê ve ketin rê. Bi sedan kesên tevlî merasîmê bûn, gel bi girseyî ber bi goristanê ve ketin rê. Berî ku cenaze bê definkirin polîsan rê neda ku ala Kurdistanê li ser darbestê bê danîn. Heskiriyên Yildirim ên bi polîsan re ketin nava nîqaşê, nerazîbûnên tund hatin nîşandan. Di navbera gel û polîsan de alozî derket. Rê neda ku polîs alê bigire.

Cenazeyê Kadrî Yildirim bi duayan hate veşartin. Piştî merasîmê siyasetmedar, nivîskar û gel sersaxî ji malbata Yildirim re xwest û şûnde ji Goristana Yenîkoy veqetiyan.