Cenazeyê gerîlayekî li Bagokê şehîd bû hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Îsmet Bîlgîç (Rustem Mîdyat) ê li bejahiya çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dawiya meha Adarê di şer de şehîd bû, ji aliyê malbata wî ve hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Îsmet Bîlgîç ê ku 30'ê Adarê di şer de şehîd bû, ji aliyê malbata wî ve ji Morga Tipa Edlî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hate wergirtin.

Malbat 5'ê Nîsanê ji bo wergirtina cenaze çû Morga Tipa Edlî, lê heta nîvê şevê bi rengekî kêfî hate rawestandin.

Nîvê şevê cenaze dan malbatê û piştre li Goristana Yenî ya Mîdyatê hate veşartin.

Gerîlayekî din ê di 30'ê Adarê de şehîd bû Teyup Çam jî 1'ê Nîsanê li navçeya Qoserê ya Merdînê hatibû veşartin. Ji bilî Çam û Bîlgîç cenazeyê 3 kesên din li morgê têne hiştin.