Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yavaş hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Welat Yavaş li Amedê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Welat Yavaş li Amedê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Welat Yavaş (Zanyar Andok) ê li Amedê di şerê 19'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da, li Amedê hat veşartin.
Tevî ku malbatê cenazeyê kurê xwe teşxîs kir jî, bi rojan li benda encama texta DNA hate hiştin. Malbatê cenazeyê kurê xwe ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê rakir û li goristana Yenîkoyê veşart.
LI MERASÎMA CENAZE ZEXTA POLÎSAN
Di dema merasîmê de bi sedan polîsên Tirk tevî maşînên zirxî dor li goristanê girtin. Balkêş bû polîsên Tirk bi otobusên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm desteser kiriye, hatin goristanê. Polîsên Tirk gefa "Hûn ê dirûşmeyan neqîrin, naxwe em ê mudaxle bikin" li malbata Yavaş xwarin.
Tevî hemû astengiyan jî girseya gel dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" qîriya û darbesta Yavaş hilgirt ser milan.
Ji ber gef û fermana qeyûm, cenazeyê Yavaş nekarî li cihê gerîlayên HPG'ê bê veşartin, lewma li cihê sivîlan hat veşartin.
'EM Ê XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA WAN DERKEVIN'
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, rêveberê DBP'ê yê Bajêr Rifat Ronî axivî û diyar kir, piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2013'an de peyama aştiyê da, ne polîs, ne jî gerîla jiyana xwe ji dest nedan. Ronî got, "Piştî ku Erdogan di meha Nîsanê de fermana şer da, gelek şehîd çêbûn. Şehîdên me soza me ne, em ê xwedî li berxwedana wan derkevin."
Girseya gel piştî axaftinê ji goristanê derket.