Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Osman Manak hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Osman Manak ê li Dêrsimê di şer de şehîd bûbû, li Silopiyayê hate veşartin.

Gerîlayê HPG’ê Osman Manak di 1'ê Adarê de li bejahiya Dersimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Manak ji bo rapora otopsiyê rakiribûn Erziromê. Malbata Manak ji bo girtina cenazeyê kurê xwe ji navçeya Silopiya ya Şirnexê çû Erziromê û cenazeyê kurê xwe teşhîs kir. Li ser vê yekê cenazeyê Manak radestî malbatê hat kirin û malbat cenazeyê Manak anî Silopiyayê. Li Silopiyayê polîsan ji bo merasîma veşartina cenazeyê Manak astengî derxist û destûr neda ji bilî ferdên malbatê kes tev li merasîma cenazeyê Manak bibe.

Ji ber van zextan malbata Manak cenazeyê kurê xwe bi tena serê xwe li Goristana Kizir a li navenda Silopiyayê veşart.