Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Încesû hate girtin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Sedat Încesû yê ku di şerê 22’yê Cotmehê de ku li Pilûrê derketibû, jiyana xwe ji dest da, piştî testa DNA’yê ji aliyê malbatê ve hate girtin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Sedat Încesû (Ozan Mûş) ê di şerê 22’yê Cotmehê de ku li dijî Qereqola Torûnoba ya navçeya Pilûr a Dersimê li gel 5 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû, piştî testa DNA’yê de eşkere bû û şûn de ji aliyê malbatê ve hate girtin.

Malbata ku hate Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê, cenaze girtin û ji bo veşartinê ber bi Dersimê ve ketin rê.

Cenazeyê Încesû wê sibehê saet 11:00’an, piştî merasîma li Mala Cemê li goristana navendê bê definkirin.