Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Dalgin bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yûnûs Dalgin (Mervan Farqîn) ku li bejahiya gundê Dereova yê navçeya Qislê ya Dersimê şehîd bûbû bi merasîmekê li gundê wî hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yûnûs Dalgin (Mervan Farqîn) ku di 8’ê Tîrmehê de li bejahiya gundê Dereova yê navçeya Qislê ya Dersimê şehîd bûbû, ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê hate girtin.  Malbatê cenazeyê Dalgin bir gundê Çemê Golê yê navçeya Farqîn a Amedê. Li mizgefta gund piştî wacibên olî cenazeyê Dalgin birin goristana gund. Li goristanê cenaze bi merasîmekê hate veşartin.

KETIN Û DERKETINA GUND JI ALIYÊ CENDERMEYAN VE HATE ASTENGKIRIN

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) SalÎha Aydenîz, Rêveberên MEYA-DER, rêveberên navçeyê û gel yên ku ji bo beşdarî merasîma cenaze bibin ji Amedê hatibûn di rê de ji aliyê cendermeyan ve hatin rawestandin. Cendermeyan ketin û derketina gund bi wesayîtên zirxî girt. Heyeta ku ji Amedê hatibûn gundê Çemê Golê di ketina gund nasnameyên wan hatin kontrolkirin. Di navbera heyet û cendermeyan de gotûbêj derket, Aydenîz ragihand ku ew ê astengiyê qebûl nekirn û ger pêwîst be wê bi meşê biçe û benda ewlehiyê derbas kir. Tenê destûr dan parlameter derbas bibin, li ser vê yekê rêveber û gel li derveyî gund hatin sekinandin.  Welatiyên derdorê gund ku dixwestin beşdarî merasîma cenaze bibin plakayên wesayîtan wan ji aliyê cendermeyan ve hatin girtin û destûr nehate dayîn.

Piştî cenazeyê gerîlayê HPG’ê Dalgin hate veşartin gel ji goristanê veqetiya.