Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Cîhan Kit hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Cîhan Kit ê li Dersimê şehîd bû hate veşartin. Dayik Ferîştah Kit li merasîmê axivî û got, "Têkoşîna Rêber Apo û şehîdên me wê bi ser bikeve. Zordar û yên bi wan re ne wê têk biçin."

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Cîhan Kit (Mahîr Dersim) ku 27'ê Adarê li bejahiya navçeya Pîlemûrî ya Dersimê di şer de şehîd bû, piştî otopsiyê ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate rakirin û ji bo veşartinê anîn Dersimê. Li mala cem a navendî ji bo Kit merasîmek hate kirin. Malbat, şêniyên bajêr û gelek rêveberên HDP'yî û DBP'yî tevlî merasîmê bûn. Hêzên çekdar ên Tirk bi gelek wesayitên zirxî û polîsan dor li mala Cem girtin. Darbesta Kit bi ala ji rengê kesk, sor û zer hate xemilandin. Welatiyên ku darbesta Kit dan ser milan, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin qîriyan.

'RÊBER APO WÊ BI SER BIKEVE'

Piştî merasîma cenaze ji civatê hate xwestin ku lê helal bike. Dayika Cîhan Kit Ferîştah Kit li merasîmê axivî û spasiya beşdaran kir.

Dayik Kit ji bo kurê xwe wiha axivî:

"Ez bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê yên di vê oxirê de şehîd bûne ditewînin. Ez nikarim ji we re qala kurê xwe bikim. Ew lehengekî mezin bû. Ji bo gel, nasname û zimanê xwe şer kir. Eger ziman û nasnameya gelekî tine be, ew gel jî tine ye. Fermandarê mezin Çiyager gotibû çi: Zilm çawa dibe bila bibe, encam wê mûhteşem be. Weke dayikekê ez ji vê bawer dikim. Serketin wê ya şehîdên me be. Gelê me yê bi rûmet wê bi ser bikeve. Ne zilm û zordar, ne jî piştevanên wan wê bi ser nekevin. Lê belê têkoşîna Rêber Apo û şehîdan wê bi ser bikeve. Ez soz didim te kurê min. Heta ku bijîm ez ê li ser rêya te bim, ez ê bîr, bawerî û doza te bidomînim. Bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li ber bîranîna te û hevrêyên te ditewînim. Rêya te rêya min e."

Cenazeyê Cîhan Kit piştre li taxa Gazik ku lê ji dayik bû û mezin bû, hate veşartin. Welatiyan find li ser gora wî vêxistin û qurfenîl danîn ser gorê.

Gerîlayê HPG'ê Cîhan Kit ku di nava gel de weke "Raperînerê Dersimê" dihate naskirin, sala 1990'î ji dayik bûbû û sala 2009'an de tevlî nava refên PKK'ê bûbû.