Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Aztagaç hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Alî Cafer Aztagaç hate veşartin.

Malbata Aztagaç cenazeyê kurê xwe Alî Cafer Aztagaç (Mûnzûr Amed) ê HPG'yî ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû ji morga Goristana Bajêr a Meletiyê wergirtibû.

Malbat piştî ku ji Meletiyê gihişt Amedê cenaze bir morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê. Piştî ku li vê derê wecibeyên olî pêk anîn cenaze ji bo definkirinê birin Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê. Malbatê cenazeyê kurê xwe di bin dorpêça polîsan de veşart. Rêveberên MEBYA-DER’ê û welatiyên ku xwestin beşdarî merasîma veşartinê bibin polîsan astengkirin û nehiştin.

Malbat wê şîna kurê xwe li mala xwe ya li Taxa Elîparê ya navçeya Rezanê deyne.