Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Acar piştî 185 rojan radestî malbata wî kirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferhat Acar, ku li herêma Cîlo ya Colemêrgê di şer de şehîd bû, piştî 185 rojan radestî malbata wî hate kirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferhat Acar, ku li herêma Cîlo ya Colemêrgê di şer de şehîd bû, piştî 185 rojan radestî malbata wî hate kirin.
Gerîlayê HPG'ê Ferhat Acar (Çekdar Gabar) di 29'ê Hezîranê de li herêma Cîlo ya Colemêrgê di şer de şehîd bûbû. Cenazeyê Acar piştî 185 rojan radestî malbata wî kirin. Piştî ku testa xwînê ya malbatê lê hat, Serdozgeriya Komarê ya Geverê destûr da ku cenaze bê wergirtin.
Malbatê jî serê sibehê li gel polîsan li Goristana Bêkesan cenazeyê kurê xwe wergirt û bir navçeya Cizîrê ya Şirnexê.