Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Saltan hate veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Fatîme Saltan ku li Dersimê şehîd bû, li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Fatîme Saltan ku li Dersimê şehîd bû, li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê hate veşartin.
Gerîlaya YJA Starê Fatîme Saltan (Azîme Çinar) 17'ê Îlonê li Dersimê di operasyona leşkerên de di şer de şehîd bûbû. Malbatê doh cenaze ji Morga Tipa Edlî ya Meletiyê rakir. Cenazeyê Saltan li Goristana Deriyê Mêrdînê ya navçeya Sûrê ya Amedê hate veşartin.
Polîsên Tirk dor li goristanê girtin û ji bilî malbata Saltan nehişt kes tevlî merasîmê bibe.