Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Karatay hate veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Sitî Karatay a ku li Şemzînanê şehîd bûbû, hate veşartin.

Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Sitî Karatay (Ezda Avesta) ya ku di sala 2016’an de li Şemzînana Colemêrgê di şer de şehîd bûbû, di destê sibehê de li Bazîda Agiriyê hate veşartin.

Polîsan dora goristana taxê girtin, nehiştin ji xeynî malbatê kes biçe goristanê, kes vîdeoyan qeyd bike û wêneyan bigire.

Piştî veşartina cenaze malbatê şîn danî.

Cenazeyê Sitî Karatay piştî  6 salan ji ber ku DNA’yan hev girtin ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê di nava qutiyekê de teslîmî dayika wê Aynûr Karatay hatibû kirin.