Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Eryilmaz piştî 96 rojî dan

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Zehra Eryilmaz piştî 96 rojî radestî malbatê kirin û di nava dorpêçiya polîsan de hate veşartin. Destûr nedan ku kes tevlî merasîma cenaze bibin.

Li herêma Şênê ya navbera Mûşê û navçeya Pasûr a Amedê di 8'ê Kanûna 2019'an de şer qewimî bû û di encamê de 5 gerîla şehîd bûbûn. Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Zehra Eryilmaz ku yek ji pênc şehîdên li herêma Şenyaylayê bû, piştî 96 rojî radestî malbata wê hate kirin.

Piştî ku testa DNA'yê bi encam bû, Serdozgeriya Komarê ya Mûşê li malbata Eryilmaz geriya û malbata Eryilmaz jî tevî rêveberên MEBYA-DER'ê cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya li Meletiyê wergirt. Cenazeyê ku destpêkê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê piştî bicihanîna wecîbeyên olî birin Goristana Yenîkoy a navçeya Baglar a Amedê.

NEHIŞTIN KES TEVLÎ MERASÎMÊ BIBIN

Polîsên ku dor li Goristana Yenîkoyê girtin, nehiştin ku rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER, HDP û şêniyên herêmê beşdarî merasîmê bibin. Cenazeyê Eryilmaz ji aliyê malbata wê ve hate veşartin. Serdanên sersaxiyê jî li Mala Şînê ya Sîlvan a li ntaxa Bagcilar a navçeya Baglarê tên kirin.