Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin

Gerîlaya YJA Starê Behiye Kaçar a ku di Kanûna borî de li Gabarê di pevçûnekê de şehîd bûbû, li axa ku lê ji dayik bûye hate veşartin.

Gerîlaya YJA-STAR'ê Behiye Kaçar di şerê 2'ê Kanûna 2022'an de li herêma Gabar a Şirnexê derketibû û şehîd bûbû. Cenazeyê wê 7 meh şûnde radestî malbatê hate kirin.

Malbat di 14'ê Kanûna 2022'an de çû Şirnexê û li vir nimûneya xwînê da. Lê belê beriya ku encama testa DNA'yê derkeve, cenazeyê Kaçar li "Goristana Bêkesan" a bajêr hat veşartin.

Malbatê piştî vê dîrokê 2 caran nimûneya xwînê da. Li ser vê yekê malbatê di 27'ê Sibata 2023'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dabû. Piştî serlêdanê agahiya ku DNA wekî hev e jî, malbatê bi mehan nekarî cenazeyê wê werbigire.

Di berdewamiya hewldanan de duh êvarê cenaze dan malbatê. Malbata Kaçar hatin navenda bajêr û cenaze ji Goristana Bêkesan wergirtin.

Cenazeyê Kaçar anîn Sêrtê û bi tevlîbûna gelek kesan li Goristana Şehîd Mûsa ya li navenda bajêr hate veşartin.