Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Atici piştî 7 mehan hate radestkirin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Esra Atici ku li herêma Bestayê di şerekî de şehîd bû, piştî 7 mehan radestî malbata wê hate kirin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Esra Atici ku 5-8'ê Nîsanê li herêma Bestayê ya Şirnexê di şer de şehîd bû, piştî 191 rojî radestî malbata wê hate kirin. Malbata Atici 12'ê Tebaxê serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê da û ji bo testa DNA'yê mînaka xwînê da. Lê piştî bi mehan bersiv jê re hate dayin. Malbata ku ji Enqereyê çû Şirnexê ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe, piştî li dozgeriyê îfade da, cenazeyê wê ji goristana "bêkesan" hate derxistin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê Atici wê li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Baglar a Amedê bê veşartin.