Cenazeyê gerîlaya YJA-STAR Esra Ozcan piştî 4 mehan hate veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA-STAR Esra Ozcan a ku di şerê 26’ê Hezîranê li bejahiya navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 4 mehan hate veşartin.

Cenazeyê 11 gerîlayên HPG’ê ku di 26’ê Hezîranê de, di şerê li bejahiya navçeya Dêra Hênê ya Çewlîgê de bi leşkerên Tirk re jiyana xwe ji dest dabûn, rakirîbûn Morga Tipa Edlî ya Meletiyê. Cenazeyê gerîlaya YJA-STAR Esra Ozcan a ku yek ji gerîlayên jiyana xwe ji dest dabû ye. Malbata Ozcan ji bo wergirtina cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê dan. Piştî wergirtina testa DNA’yê ji malbatê, piştî 4 mehan encam derket û malbatê cenazeyê xwe girt.

Malbatê cenaze ji Meletiyê wergirt û birin Goristana Yenîkoy a Amedê. Gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn û piştî wacibên olî ji bo veşartina cenazeyê gerîlaya YJA-STAR Ozcan birin goristanê. Goristan ji aliyê sedan polîsan ve hate dorpêçkirin. Piştî dûayan merasîma cenaze bi dawî bû.