Cenazeyê gerîla Kardaş di nava dorpêçiyê de hate veşartin

Gerîlayê HPG'ê Hebûn Kardaş ku li bejahiya Licê ya Amedê di şer de şehîd bû, cenazeyê wî di nava dorpêçiya hêzên çekdar ên dewleta Tirk de hate veşartin.

Malbata gerîlayê HPG'ê Hebûn Kardaş piştî encama testa DNA'yê cenazeyê kurê xwe Hebûn Kardaş ê ku li Licê ya Amedê di 15'ê Nîsanê de di şer de şehîd bû ji morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê girt.

Qerekola Jendermeyan a Sûrê, doh ji malbatê got ku wê bi şev cenazeyî bidin malbatê. Li ser vê yekê malbat ji çû Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Gazî Yaşargîlê.

Di heman demê de Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê, endam û rêveberên HDP’ê û endam û rêveberên Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) û gundiyên malbatê jî çûn li cem malbatê.

Polîsan li ser kombûna girseyê gotin ku heta girse belav nebe cenazeyî nadin. Parlamenter û girseya gel nerazîbûn nîşan dan. Bav Kardaş jî li ser vê yekê got, ‘hûn cenazeyî nedin ez ê li vê derê xwe bişewitînim.’ Li ser gotina bav Kardaş cenaze radestî malbatê kirin.

Malbata Kardaş piştî cenaze girt ji bo definkirinê ber bi Gundê Zorava yê Sûrê ve ket rê. Parlamenterên ku xwestin bi cenazeyî re biçin, polîsan ew asteng kirin û nehiştin biçin.

Malbatê cenaze ji nexweşxaneyê heta goristanê di bin dorpêça maşîneyên polîsan de bir. Eskerên ku li ketina gund sekînîbûn nehiştin endam û rêveberên HDP’ê û MEBYA-DER’ê û gundî beşdarî merasîma definkirinê ya cenaze bibin.

Her wiha eskeran bi qasî saetekê cenaze li gundên derdorê gerandin û pişt re cenaze anîn goristana gund. Gelek esker û erebeyên zirxî gund û goristan dorpêç kirin.

Malbata Kardaş cenazeyê kurê xwe saet di 11 û nîvê şevê de li Goristana Gund defin kir. Di dema definkirinê de tenê destûr dan 15 kesên ji malbatê ku tev li merasîma definkirinê bibin.

Her wiha gundiyan jî li pişt dorpêça eskeran dirûşmeya "Şehîd Namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” berz kirin. Piştre sirûda Çerxa Şoreşê gotin.