Cenazeyê gerîla Karatay piştî bi 6 salan di nav qotiyekê de dan

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Sitî Karatay ku sala 2016'an li Şemzînanê di şer de şehîd bûyî, piştî bi 6 salan di nav qotiyekê de dane destê dayika wê.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Sitî Karatay (Êzda Avesta) ku li navçeya Şemzînanê ya Colemergê sala 2016'an di şer de şehîd bûyî, dane dayika wê Aynûr Karatay. Hestiyê Karatay di nav qotiyekê de dane destê dayikê. Dayik Karatay bi wesayita xwe ya taybet, li gel qotiya hestiyên keça xwe hate Wanê û bi wesayita cenaze ya ku kirê kirin ber bi navçeya Bazidê ya Agirî bi rê ketin. .Cenazeyê Karatay li Mezrika Kuçkiran a Bazidê were veşartin.

Karatay ku ev 6 sal in li cenazeyê keça xwe digere, herî dawî piştî ku beriya bi 3 mehan serî li Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê da, ji bo testa DNA'yê mînaka xwînê da. Karatay ku piştî 6 salan cenazeyê keça wê di nav qotiyekê de danê, ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) re wiha got:''Piştî bi salan li şûna cenazeyê keça min çend hestî dane min. Ev zilm e. Mirov nikare zilmeke wiha qebûl bike. Lê hestî jî be ez bi vê rewşê qayil im.  Ez bi keça xwe serbilind im. Bila serê gelê me sax be.''

Kurê Aynûr Karatay, gerîlayê HPG'ê Emrah Karatay 17ê Adara 2019'an li Agirî di şer de şehîd bûbû. Hevserê Aynûr Karatay Burhat Karatay ê 67 salî jî li Girtîgeha Tîpa E'yê ya Gîresûnê dema rehîn bû, 7'ê Mijdara 2018'an bi krîza dil, jiyana xwe ji dest dabû.