Cenazeyê Ergun ê li Yewnanistanê dawî li jiyana xwe anî spratin axê
Cenazeyê Îbrahîm Ergun ê penaber ku li kampa lê girtî ya Yewnanistanê dawî li jiyana xwe anî, piştî 11 rojan li warê wî navçeya Kop a Mûşê spartin axê.
Cenazeyê Îbrahîm Ergun ê penaber ku li kampa lê girtî ya Yewnanistanê dawî li jiyana xwe anî, piştî 11 rojan li warê wî navçeya Kop a Mûşê spartin axê.
Penaberê Kurd Îbrahîm Ergun ê 24 salî ku ev 17 mehe li Navenda Destgîrkirina Penaberan a li Korînth a 80 kêlometre dûrî Atînaya paytexta Yewnanistanê dihat ragirtin, 27’ê mehê dawî li jiyana xwe anî. Cenazeyê Ergun ê ku biryara berdewamiya girtina wî hatî dayîn dawî li jiyana xwe anî, ji bo karûbarên otopsî birin Atînayê.
Piştî karûbarên otopsiyê bi dawî bû, cenazeyê Ergun bi balafirê anîn Stenbolê û îro li warê wî navçeya Kop a Mûşê hate veşartin.