Cenazeyê El Şêx hate veşartin
welatiyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Emar El-Şêx (Emîr) li Goristana Şehîdên Minbicê, veşartin.
welatiyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Emar El-Şêx (Emîr) li Goristana Şehîdên Minbicê, veşartin.
Bi sedan weşatiyên bajarê Minbicê li pêşiya nexweşxaneya Firatê ya bajêr kom bûn, cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Emar El-Şêx (Emîr) birin Goristana Şehîdên Minbicê. Emar El Şêx di êrîşa topbarana artêşa Tirk a dagirker de li gundê El-Hûta yê girêdayî bajaroka Erîma şehîd bibû.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Fermandarê Şoreşgerên Minbicê Ehmed Eriş axivî û got ku şervanên azadiyê bi xwîna xwe gelê xwe azad dikin, her wiha soz da ku ew ê şopdarên rêya cangoriyên xwe bin.
Piştre Hevserokê Meclîsa Sivîl a Minbicê Farûq El-Maşî jî axivî û anî ziman ku serkeftinên li Bakurê Sûriyê, bi saya federkariya şehîdan hatin bidestxistin.
Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Emar hate veşartin.