Cenazeyê Ciwan Kino hat veşartin
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên têkoşer Ciwan Kino li Goristan Şehîd Dicle Kobanê veşatin.
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên têkoşer Ciwan Kino li Goristan Şehîd Dicle Kobanê veşatin.
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên têkoşer Ciwan Kino yê ku 12’ê Sibatê jiyana xwe ji dest dabûn bi merasîmekê li Goristan Şehîd Dicle Kobanê veşatin.
Piştî merasîma leşkerî Serok Desteya Hêzên Erka Xwepastinê ya Kantona Kobanê Îsmer Şêx Hesen û endamê Meclîsa Malbata Şehîdan Îzet Hemo axivîn. Di axaftinan de hate diyarkirin ku bi saya têkoşîn û berxwedana şervanan de gihiştine vê astê û ji bo parastina nirx û xaka xwe çi ji destê wan bê wê bikin. Herî dawî di axaftina de sersaxî ji malbata şehîd re jî hate xwestin.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şervanê Hêzên Ereka Xweparastinê hate xwedin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê Ciwan Kîno bi dirûşim û tilîliyan ve hate veşartin.