Cenazeyê Celal Şeker hate veşartin

Girtiyê bi navê Celal Şeker li gel ku rapora ‘nikare li girtîgehê bimîne’ û ’96 ji 100’î bi nexweşiya giran e’ jî nehate berdan û îro li Mûşê hate veşartin.

Girtiyê bi navê Celal Şeker, ê ku rapora wî 96 ji 100’î bi giranî nexweş e jî li Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê dihate hiştin, duh rakirin nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl. Şeker jiyana xwe ji dest da.

Şker 19’ê Çile krîza dil pê re çêbû û piştî krîzê rakiribûn nexweşxanê û ji wê rojê ve dihate tedawîkirin. Li gel ku rapora ‘nikare li girtîgehê bimîne’ û ’96 ji 100’î bi giranî nexweş e’ jî Şeker nehate berdan. Şeker duh li Goristana Taxa Yeşîlce ya navenda Mûşê bi tevlêbûn bi sedan kesî hate veşartin.

Ji bo Şeker li Kolana Komarê ya Mûşê ya Mizgefta Hacî Salih konê sersaxiyê hate danîn.

Birayê Şeker ku ji ber xemgîniyê nedikarî biaxivî got, birayê wî ev 20 sal bûn nexweşê diyalîzê bû û her carê bi rengekî nexweş wan li girtîgehê ew didît.

Şeker got dema ku birayê wî piştî krîza dawî rakirin nexwşexanê jî têra xwe birayê xwe nedîtiye û got: ‘’Me li nexweşxaneyê jî ew nedît. Diya min û bavê min xwestin ku wî bibînin lê nehiştin. Tenê birayê min ji dozgeriyê destûr stand û çend caran ew dît. Wî jî tenê ji bo çend deqeyan ew dît û li ser piyan ew dît. Wê demê jî destê wî bi nivînan ve kelepçekirî bû. Piştî birin lênerîna taybet kelepçe rakirin. Êşa me mezin e, tim li girtîgehê me ew dît.’’