Cenazeyê Ûgûr ber bi Şirnexê ve hat birêkirin

Li Girtîgeha Qubînê ya Êlihê ya Tîpa T'yê girtî Siddik Ûgûr (29) hat qetilkirin, ber bi warê xwe Şirnexê ve hat birêkirin.

Li Girtîgeha Qubînê ya Êlihê ya Tîpa T'yê girtî Siddik Ûgûr (29) hat qetilkirin. Rêvebiriya girtîgehê îdia kir ku Ûgûr xwe întixar kiriye. Li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê otopsiya cenaze hat kirin.

Malbat ji Şirnexê hat Êlihê û çû nexweşxaneyê. Malbatê li vir cenazeyê Ûgûr wergirt û ji bo veşêrê bir Şirnexê.

Hat destnîşankirin ku Dadgeha Bilind hefteya borî cezayê muebeda girankirî yê li Ûgûr hatibû birîn pesend kiriye û piştî pesendkirina ceza rêvebiriya girtîgehê ew xistiye hucreyekê. Hat hînbûn ku dozgeriyê ji ber nebûna wekaletê rapora otopsiyê ya destpêkê nedaye parêzeran, lê ji bo awayê mirinê gotiye "xwe daliqandiye."