Cenazeyê Îbrahîm Ayhan gihişt Sîweregê

Cenazeyê siyasetmedarê Kurd û parlemeterê berê yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan ê li Hewlerê bi krîza dil jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Şirnexê, şandin Navçeya Sîweregê ya Rihayê.

Heyeta HDP'ê û malbata parlemeterê berê yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan piştî duh cenazeyê wî ji Hewlerê wergirtin û anîn Sîlopî, ji wir jî ji bo otopsiyê şandin Şirnexê. Piştî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê karê otopsiyê bi dawî bû, cenaze wergirtin û ji Şirnexê şandin Navçeya Sîweregê ya Rihayê.

Dema karwana cenaze di navçeyên Cizîr, Nisêbîn, Qoser, Wêranşarê re derbas bû li gelek nuqteyên polîsan hatin rawestandin.

Malbat û heyeta HDP'ê wê cenazeyê Ayhan îro li Goristana Nato ya Sîweregê bi merasimek girseyî bispêrin axê.