Cenazeyê 7 şervanan li Hesekê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Hesekê, cenazeyên 7 şervanên YPG'ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ku li herêma Şedadê jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dijwar bi merasîmekê veşartin.
Welatiyên bajarê Hesekê, cenazeyên 7 şervanên YPG'ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ku li herêma Şedadê jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dijwar bi merasîmekê veşartin.
Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyên 7 şehîdên YPG'ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ku di berxwedaniya li herêma Şedadê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê El-Dawdiye veşartin.
Girseya gel cenazayên şervanên YPG'ê Sabir Hesekê (Hisên Xizel), Hogir Hesekê (Emar Xanim), Fayiz Neşwe(Muhened Xilîf), Berxwedan Hesekê (Bawer Sedo), Şalîş Hesekê (Ehmed Ferhan) û cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ebû Hisên (Elî Elî) û Dijwar Hesekê (Mihemed El-Feyad) ku di bersivdayîna êrîşa çeteyên DAIŞ`ê de li Şedadê jiyana xwe ji dest dabûn, ji Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî ku bi wêneyên cangoriyan hatibû xemlandin, berê xwe Goristana Şehîd Dijwar.
Li goristanê ji aliyê şervanan ve merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre yek ji Fermandarên YPG'ê Şêrwan Çaçan axivî û da zanîn ku QSD tekane hêz e ku hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê diparêze.
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Dawî axivî û diyar kir ku şervanan bi xwîna xwe yekrêziya pêkhateyan ava kirine.
Endamê TEV-DEM`ê Ehmed Muteb jî di merasîmê de axivî û bal kişand ser hemwexteya êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser axa Rojava û êrîşên çeteyan yên li ser Recim Silêbî û herêma Şedadê.
Piştî axaftinan, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Îlham Beker nasnameyên şervanan xwend û belgename radestî malbatên wan kir.
Piştre cenazeyên şervanan bi tilîlî û dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' hatin veşartin.