Cenazeyê 5 şervanan li Hesekê hatin veşartin

Cenazeyê 4 şervanên YPG’ê û 1 şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê li Hesekê bi merasîmekê hatin veşartin.

Gelê Hesekê ji ber Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan rahişte darbestên Zagros Hesekê (Mihemend Selîc), Dilyar Hesekê (Mihemed Abdulrezaq), Qutelî Hesekê (Eyad Esed), Firat Hesekê (Samir El Xilêf) û Doxan Firat (Mihemed Nedîm) û birin Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê.

Li Şehîdgeha Şehîd Dijwar merasîmek hate lidarxistin û yek ji fermandarên YPG’ê Şiyar Delîl li vir axivî. Delîl behsa Pêngava Xezeba Firatê, têkoşîn û serfiraziya şervanên QSD’ê kir. Delîl diyar kir, ew ê heta dawiyê di rêça şehîdan de bin.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan jî Ehmed Esed axivî û got, bi keda şervanan gelên Kurd, Ereb, Sûryanî di nav xwe de yekîtiyek çêkirine.

Piştî axaftinan Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îlham Beker belgeyên şehîdbûnê yên 5 şervanan xwend û radestî malbatan kir.

5 şervan bi lîlandinên dayikan, bi dirûşmên "Şehîd Namirin" li axê hatin veşartin.