'Cejna Vejînê' li Mexmûrê hat pîrozkirin

Bi wesîleya salvegera 39. a damezrandina PKK'ê, li Mexmûrê agir hate dadan û govend hate gerandin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), di pêşengiya TCM û TJCM’ê de bi coşek mezin 39'emîn Salvegera damezrandina PKK'ê hat pîrozkirin.
 
Ciwanên duh saet 18:30'an li Saziya Ciwanan a Mexmûr kom bûn bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala PKK'ê bi qasî 10 metreya dirêj rakirin û bi dirûşmên 'Bijî Partiya Karkerên Kurdistan', 'Bijî Serok Apo', 'Ciwan Fedayiyên Rêber Apo ne' û bi meşaleyan heya Qada Futbolê ya kevin meşiyan.

Piştî ciwan gihiştin Qada Futbolê di şexsê Fermandar Şehîd Delal Amed, Azê Malazgirt ji bo tevayî cangoriyên tevgera azadiyê deqeyek rêzgirtin pêk hat. Li dû rêzgirtinê li ser girîngî û wateya rojê endama Koordînasyona Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûr  Sara Rûha axivî û got: "Partiya me bi PKK, bi pêşengtiya Rêber Apo û ciwanan de hat avakirin û ev bû rizgarî û xwenaskirina gelê Kurd."
 
Sara Rûha di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Pêngava Serî Hilde û wiha pêde çû: “Em weke ciwan pêwîst e bi hemû reng û dengê xwe bi hemû girêdanbûna xwe, bi hemû çanda xwe, bi axa xwe û bi Rêbertiya xwe re bibin yek. Ji ber vê pêwîste em wek ciwan berpirsyartiyên dikeve ser milên me em pêk bînin, heya niha PKK’ê têkoşînek bêhempa dide meşandin, dengê xwe li hemû cîhanê belav kiriye.”

Sara Rûha bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "PKK ruhek mezin e bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Pêngava Serî Hilde ji bo bilindkirina têkoşîn û tolhildana şehîdên şoreşê, azadiya Rêber Apo, axa Kurdistanê û gelê Kurd  hatiye despêkirin. Ev pêngav wê bibe serkeftin, azadiya gelê Kurd, azadiya Rêber Apo, heya dawiyê em ê bêjîn, 'Bijî PKK'. Wê dijmin bin bikeve, wê  azadiya Rêber Apo bi ser bikeve."
 
Piştî axaftinê,  ciwanan agir geş kirin, li dora agir govend gerandin. Pîrozvahî bi dirûşmên, 'Bijî Partiya Karkerên Kurdistan', 'Bijî Serok Apo', 'Ciwan Fedayiyên Rêber Apo ne' bi dawî bû