'Çareseriya pirsgirêkan li Îmraliyê ye'

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Raûf Karakoçan tevlî bernameya Çira Welat a Çira TV bû û li ser salvegera 18. a komployê axivî.

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Raûf Karakoçan tevlî bernameya Çira Welat a Çira TV bû û li ser salvegera 18. a komployê axivî.

Karakoçan bibîr xist, ku di ser komploya navdewletî re 18 sal derbas bûne û got: "Em derbasî sala 19. dibin. Di wê demê de rewşa Rojhilata Navîn cuda bû. Bi rêya komployê re hat xwestin, di şexsê Serok Apo de tevgera azadiyê ya gelê Kurd tine bikin. Kesê ku li Rojhilata Navîn pêşî li zext û zordariyê digirt, Rêber Apo bû, lewma xwestin wî ji holê rakin. Ji xwe di wê demê de amadekarî ji bo destwerdana li Iraqê, Rojhilata Navîn dihat kirin. Lewma komplo hat kirin."

Karakoçan da xuyakirin, hêza kesî têrê nake pêşî li fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigire û wiha dewam kir: "Em dikarin vê bêjim; wan xwestin çira gelan vemirînin. Rast e ji aliyê fîzîkî ve Serok girtin, lê nikarîbûn pêşî li fikir û ramanên wî bigire. Weke ku tê zanîn, niha bi mîlyonan mirov nêrînên Rêber Apo weke rê û çareyê ji xwe re dibînin. Tiştên ku wan dixwestin, nebû. Berevajî armanca komplokeran, felsefeyeke nû afirî."

Di dewama axaftina xwe de Karakoçan da xuyakirin, ku hewldanên Ocalan ên ji bo aştî û jiyaneke azad dewam dikin û got, "Yê ku dikare pirsgirêkan bi rêyên aştîxwaz çareser bike, Serok Apo ye. Weke tevger em jî li ser şopa Rêberê xwe ne. Lê dewleta Tirk heta niha berevajî vê yekê, weke sala 1999'an niha jî heman siyasetê dimeşîne. Serok Apo ji bo aştiyê di nava lêgerîneke mezin de ye û heta niha jî her tim dibêje aştî û bi şer ti carî pirsgirêk çareser nabin. Lewma ev bû çil sal, ku bi şîdetê û şer nikarîbûn me tine bikin. Berevajî, em hê bêhtir mezin bûne. Tevî vê hêza xwe jî, me dîsa destê aştiyê dirêj kir."

Karakoçan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser referandûma ku AKP dixwaze bi rêya wê destûra xwe ya bingehîn li ser civakê ferz bike û got, "Sîstema ku AKP dixwaze bide rûniştandin, li dijî mafên gelan, mirovahiyê, li dijî rengê civakê ye. Lewma em li ber radibin û dibêjin NA. Ew dixwazin hemû civakê bike yek reng, yek ol. Em vê qebûl nakin. AKP'ê di heman demê de siyaseta xwe li ser qirkirina Kurdan dimeşîne. Vê yekê ne tenê li Bakurê Kurdistanê dike, li Rojavayê Kurdistanê jî heman siyasetê dimeşîne."

Karakoçan da xuyakirin, ku çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye û divê hikûmet berê xwe bide Îmraliyê. Karakoçan anî ziman, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd ne tenê zerarê dide gelê Kurd, zerarê dide gelê Tirk jî û got, "Çend roj berê çima li Babê leşkerên Tirk hatin kuştin? Ev hemû ji siyaseta çewt a AKP'ê ye. Lewma divê hemû gelê Tirk ji siyaset û helwesta AKP'ê re bêje NA û li ber AKP'ê rabe."